BAKU
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo 49 welatiyên Tirkiyeyê yên ku li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê bi destê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hatibûn dîl girtin got: "Ber destê sibê hevdîtinên me zêde bûn û di saet 05.00an de hatin welatê me. Em ji şev ve vê yekê dişopînin û me agahî da Serokomarê xwe jî. Bi vê xebera xweş sibehê ji bo me hemûyan xweş dest pê kir."
Davutoglu li Bakuyê li otêla ku dima de bi saeta Tirkiyeyê di 06.10an de daxuyanî da û wiha got: "Ey gelê min ê ezîz, welatiyên min, ew mizgîniya ku ev demeke dirêj e em hemû li bendê ne bi we re parve bikim, di vî danê sibê li hemberî we me."
Serokwezîr Davutoglu qala Serkonsolosê Tirkiyeyê yê Mûsilê û 48 xebatkarên serkonsolosxaneyê yên ku bi destê DÎŞIyê ve hatibûn kir û wiha pê de çû: "Piştî xebatên me yên ku bi roj û hefteyan dewam kirin îro ber destê sibê me welatiyên xwe anîn Tirkiyeyê. Ew rewşa ku bi hefteyan bû nedihişt xew bikeve çavên me êdî bi dawî bû û ji ber ku ez vê xeberê bi we re parve dikim û pir kêfxweş im."