ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Serkonsolosê me yê Mûsilê, malbata wî û xebatkarên Serkonsolosxaneyê yên welatiyên Tirkiyeyê ku ev demek bû li Iraqê dîl hatibûn girtin û bi operasyoneke serketî hatin xelaskirin. Ez ewilî ji Serkonsolosê me yê Mûsilê, malbata wî, hevalên ku pê re dixebitîn û ji hemû welatiyên ezîz ên komara Tirkiyeyê re dibêjim derbasî be û çavê gelê me ronî be."
Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Ez ji bo vê operasyona serkeftî ya ku hemû plan û hûrgiliyên wê berê hatibûn amadekirin û bi awayekî dizî hat birêvebirin û ber destê sibê jî bi dawî bû ji Serokwezîr û hevalên wî yên ku pê re xebitîn re spas dikim. Teşkîlata me ya Îstixbarata Neteweyî ji roja ku dîl girtinê dest pê kir û heta îro bi her awayî ev meseleya xesas şopand û her wiha xelaskirin bi operasyoneke serkeftî pêk anî."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ev operasyona ku welatiyên Tirkiyeyê bi saxî û silametî hatin xelaskirin asta Tirkiyeya Mezin a ku gihîştiyê nîşan dide û pir girîng e.