13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
BERLÎN
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê Johannes Dîmroth got: "PKK li Almanyayê di nav kategoriya rêxistinên terorê da cih digire. Ji ber vê jî bi tenê endamtiya wê jî sûc e."
Dîmroth li Berlînê di mala çapemeniyê da civîn li dar xist û der barê pirsa "PKKya rêxistina terorê li Almanyayê pere berhev dike û ji bo temînkirina milîtanan jî hewl dide gelo polês û hikûmet ji bo wan xebatan çi tewdîr hildane? da ragihand ku ji bo tewdîrên hildayî û yên wê bên hildan da divê li rapora Teşkîlata Parastina Makezagonê ya Federalê (BfV) bê mêzekirin.
Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê Dîmroth destnîşan kir ku PKK li Almanyayê wek rêxistina terorê tê qebûlkirin û wiha pê da çû: "PKK li Almanyayê di kategoriya rêxistinên terorê da cih digire. Ji ber vê jî endamtiya wê jî sûc e. Almanya bi pergala eyaletê tê birêvebirin. Tewdîrên polês hildidin di nav wezifeyên eyaletê da cih digire."
Dîmroth got ku li Almanyayê bi rapora BfVyê ji bo hin mensûbên PKKya rêxistina terorê jêpirsîn dest pê kir û doz hatin vekirin û bi bîr xist ku herî dawîn jî endamekî DHKP-Cê hat qefaltin.
- Şirîkatiya aktîf
Di têkoşîna dijî terorê û hevkariya di navbera Almanya û Tirkiyeyê da jî Dîmroth got: "Bi Tirkiyeyê ra di gelek qadan da şirîkatiyên aktîf hene. Şirîkatiya dijî terorê jî di çarçoveya hiqûqa navneteweyî ya ku bi qasî destûrê dide da tê kirin."
Dîmroth diyar kir ku di vê çarçoveyê da bi Tirkiyeyê ra di nav hevkariyeke baş da ne û got ku em dixwazin ji hemû derfetên vê hevkariyê îstifade bikin.
Dîmroth diyar kir ku yekeyên ewlehiyê yên Tirkiye û Almanyayê serê vê salê hevdîtin kirin û got ku bi taybetî li ser têkoşîna dijî terorîzma navneteweyî xeberdan.
Ulrîke Demmera Cîgira Berdevkê Hikûmeta Almanyayê der barê xeberdana Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da ku do kirin, destnîşan kir ku pêbawerî dane hev ku di têkoşîna dijî terorê da hevkariyê bikin.
Demmerê diyar kir ku vê gavê di vê mijarê da hevkarî heye û got ku ji bo hevkarî zêde bibe wê hewl bidin.