EKÎP
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
LONDRA
Komîsyona Mafên Mirovan a Îslamî her sal "xelatên Îslamofobî"yê dide û xwediyên xelatan ên îsal diyar kirin.
Navenda saziya civata sivîl a Komîsyona Mafên Mirovan a Îslamî li Londrayê ye. Komîsyonê di çarçoveya têkoşîna dijberiya îslamê da çalakiyeke hîcwane li dar xist û xelatên îsal eşkere kirin.
Komîsyonê îsal wek kesê yekemîn aktivîst Tommy Robinson neqand. Robinson li Îngiltereyê wek fîgurekî ku herî zêde li dijî îslamê û rastgirekî tundrev e. Di kategoriya Robinson da pêşkêşvanê TVyê û qunciknivîs Katie Hopkins, rastgirê tundrev û serokê berê yê Partiya Serxwebûnê ya Qraltiya Yekbûyî (UKIP) Nigel Farage, avakara partiya rastgir a tundrev a "Ji bo Britanyayê" Anne Marie Waters û Wezîrê Karên Derva yê Îngiltereyê Boris Johnson jî hene.
Di kategoriya dijberên Îslamê yên Navneteweyî da jî, Wezîra Karên Derva û Wezîra Dewletê ya Berpirsa Serokatiya Dewletê Aung San Suu Çi ku li ber komkujiya ser misilmanên arakanî bê deng ma jî bû yekemîn. Suu Çi di vê kategoriyê da Serokê Amerîkayê Donald Trump derbas kir.
Komîsyonê di kategoriya çapemeniyê da jî Fox News hilbijart. Fox Newsê di vê kategoriyê da rojnameyên îngiliz Daily Mail û The Sun li dû xwe hiştin.
Armanca xelatên Îslamofobiyê ew e ku balê bikişînin ser dijayetiya îslamê ya ku li Îngiltereyê her ku diçe zêde dibe û dibe sedema sûcên nefretê.
- Sûcên nefretê zêde dibin
Li gorî îstatîstîkên fermî îsal piştî êrişên terorî yên li London û Mancesterê li tevahiya welat dijayetiya îslamê zêde bû.
Li gorî daneyên Şaredariya Londonê di 6 mehên pêşîn ên 2017an da rojê bi navînî 3,5 sûcên nefretê hatin kirin. Herwiha ev hejmar piştî êrişa bi çek û wesayît a li Pira Londonê ji 20 derbas bû.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Navxweyî li Îngiltereyê par piştî ku biryara cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit) hat wergirtin, rûdanên sûcên nefretê ji sedî 50 zêde bûn.
Tê destnîşankirin ku li Îngiltereyê qedera 3 milyonî misilman dijîn ku ev reqem ji sedî 5ê nifûsa wî welatî dike.