Sümeyye Dilara Dinçer
08 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2021
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021ê dan rojnamevan Marîa Ressa û Dmîtry Muratovê ku li Filipîn û Rûsyayê ji bona azadiya îfadeyê têdikoşin.
Berît Reîss-Andersena Seroka Komîteya Nobelê Norwêcê ragihand ku Dmîtry Muratovê Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Novaya Gazetayê ku li Rûsyayê tê weşandin û Marîa Ressaya ji Filipînê layiqî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021ê ditîne.
Reîss-Andersenê diyar kir Xelata Aştiyê ya Nobelê YA 2021ê dane rojnamevan Marîa Ressa û Dmîtry Muratovê ku li Filipîn û Rûsyayê ji bona azadiya demokrasî û îfadeyê têdikoşin.
Muratov di sala 1993yan da di nav avakarên Novaya Gazetayê da cî girtiye.
Marîa Ressaya nivîskar û rojnamevan ya ji Filipîn-Amerîkayê avakara şirîk ya Rapplera portala nûçeyan e ku navend Filipîn e û wek CEO jî wezîfe dike.