Ömer Tuğrul Çam
08 Gulan 2021•Rojanekirin: 10 Gulan 2021
Yekîtiya Ewropayê (YE) der barê bûyerên li Qudsa Rojhilat da ku dagirkî ye wiha got, "Divê li Harema Şerîf ji hewldanên fîtkirinê dûr bisekinin û siyanetê nîşanî statukoyê bidin."
Li gor daxuyaniya ji ofîsa Josep Borrellê Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Ewlehiyê û Pêwendiyên Derva yê YEyê hat dayîn, YEyê bang li meqamên rayedar kir ku rê li ber rageşiya li Qudsê bigirin û wiha hat gotin, "Divê li Harema Şerîf ji hewldanên fîtkirinê dûr bisekinin û siyanetê nîşanî statukoyê bidin. Tundî û fîtkirin nayê qebûlkirin. Divê ji failên ji hemû terefan hesab bê pirsîn."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku pêşengên dînî û siyasî yên li hemû terefan berpirsiyar tevbigerin û rewşê aram bikin û wiha hat gotin, "Wek mayîn li Şêx Cerah, Qudsa Rojhilat û herêmên din malbatên Filistînî ji malên wan tên derxistin ev dibe sedema fikarê. Tevgerên wiha dijî hiqûqa navneteweyî û hiqûqa însanî ye û tenê li qadê rageşiyê zêde dike."
Hêzên Îsraîlê duh êvarê piştî fitarê li Qudsa Rojhilat bi guleyên plastîk û bombeyên dengan êrîşî hin ciyan kiribûn. Ji ber êrîşên polêsên Îsraîlê yên li Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat, Deriyê Şamê û Taxa Şêx Cerah herî kêm 205 Filistînî birîndar bûbûn.