Ömer Erdem
28 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2023
Yeryuzu Doktorlari li Çadê di çalakiya ku ji aliyê Weqfa Mearifê ya Tirkiyeyê (TMV) hat lidarxistin de, xwendekarên 2 yetîmxane, dibistaneke gundan û Dibistana Seretayî ya Mearifê jî di nav de bi giştî 600 xwendekar mieyene kirin, perwerdeya hijyenê da.
Doktorekî çavan, hekîmekî pispor ê malbatî, doktorekî pispor ê zarokan û xwendekarekî tibbê beşdarî bernameya navborî bûn.
Di mieyeneya ku li yetîmxane, dibistana gund ên ku dûrî navendên tenduristiyê ne û îmkan li wan sînordarin de hat kirin, pirsgirêkên tenduristî yên zarokan hatin tesbîtkirin û yên ku nexweşiyên wan derketin piştevaniya dermanan ji wan re hat kirin.
Nûnerê TMVê yê li Çadê Cengiz Atay di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got, "Doktorên ku me ew ji Tirkiyeyê dawetî vêderê kirin, hatin û her çiqas kêm be jî xwendekarên mieyene kirin û xwestin pirsgirêkan çareser bikin. Herwiha ev çalakî ji bo xwendekarên me yên ku zîrekên ji bo xwendina li tibbê li zanîngehên Tirkiyeyê, bû teşwîqek."