İbrahim Atmaca
01 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
BATMAN
166 xwendekarên ku ji welatên wek Efxanistan, Almanya, Azerbeycan, Bulxaristan, Çad, Filistîn, Koreya Başûr, Iraq, Kamerun, Lîbya, Somalî, Sûdan, Sûriye, Tirkmenistan û Yêmenê Zanîngeha Batmanê tercîh kir.
Îsal ji Efxanistan, Almanya, Azerbeycan, Bulxaristan, Çad, Filistîn, Koreya Başûr, Iraq, Kamerun, Lîbya, Somalî, Sûdan, Sûriye, Tirkmenistan û Yêmenê 20 xwendekar hatin Zanîngeha Batmanê. Li zanîngehê bi tevahî 166 biyanî dixwînin.
Xwendekarên ku Zanîngeha Batmanê tercîh dikin û beşên cuda cuda dixwînin, dema ku mezûn dibin û vedigerin welatê xwe, her yek dixwaze bibe qasidê xwebexş ê Tirkiyeyê.
Rektorê Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Aydin Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew tu carî xwendekarên ku ji derva tên wek biyanî nabînin, têkiliya wan a biratiya Tirkiyeyê ji dîrokê tê.
Durmuş diyar kir, li zanîngehê 166 xwendekarên biyanî di beşên cuda cuda da dixwînin û wiha dewam kir: "Xwendekar ji ber ku dibînin Tirkiye salên dawîn di her qadê da pêş dikeve, loma dixwazin werin vê derê bixwînin."
Kewser Mistefaya ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviye û xwe spartiye Batmanê, di pola 2yemîn a Fakulteya Ilmên Îslamî da dixwîne. Kewserê diyar kir ku ew kêfxweş e ku wê perwerdeya xwe ya nîvcomayî li Tirkiyeyê kuta bike.
Mihemed Enamiyê ku ji Sûdanê hat jî wiha got: "Ez di pola 2yemîn a Endeziyariya Neft û Xaza Siruştî da dixwînim. Xwedê ji vî welatî razî be. Derfeteke wiha didin me."