Elif Orhan
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ENCEMÎNE
Îdrîs Debiyê Serokomarê Çadê bi merasima fermî pêşwaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Piştî ku Serokomar Erdogan û hemtayê wî li qada merasimê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Encemînê cihên xwe girtin sirûdên neteweyî yên Tirkiye û Çadê hatin xwendin.

Erdogan silav da qit'eya merasimê û pişt re heyetên her du welatan hatin teqdîmkirin.
Serokomar Erdogan û Debî pişt re destê hev şidandin û poz dan rojnamevanan.

Di merasimê de Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Nurettîn Canîklî, Wezîrê Deryavanî, Gihandin û Ragihandinê Ahmet Arslan jî amade bûn.
- Hezkirina çadiyên bi eslê xwe tirk a ji bo Erdogan
Dema ku Serokomar Erdogan ji balafirgehê derket 200 çadiyên bi eslê xwe tirk ên ku dîroka wan heta heyama Dewleta Osmanî diçe û wekî "Abeşe" tên zanîn pêşwaziya wî kirin. Erdogan ji cama wesayîta meqamê destê xwe ji abeşeyên ku hezkirina xwe nîşan dan û navê wî qirîn û alayên tirkan hejandin re hejand.

Serokomar Erdogan bê li Qesra Serokomariyê bi Îdrîs Debiyê Serokomarê Çadê re rû bi rû û hevdîtina di nav heyetan de bike.
Piştî ku peyman hatin îmzekirin û her du serokomaran civîna çapemeniyê ya hevpar kirin dê beşdarî xwarina ku dê ji bo wî bê dayîn bibe.