10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
ŞIRNEX
Li Cizîra navçeya Şirnexê operasyonên hêzên ewlekariyê yên li dijî PKKya rêxistina terorê didomin, dîmenên teqemeniyên ku di nav kolanan da çandine û xendekên ku kolane ji esman ve hatin tomarkirin.
Operasyona bi navê "Astsûbayê Cendirme, Çawîşê Biqidem Bûrak Demirciyê Şehîd" ya ku piştî ragihandina qedexeya derçûna derve ya ku bi mebesta îmhakirina teqemeniyan, dagirtina xendekan, rakirina barîkatan û paqijkirina navçeyê ji terorîstan dest pê kiribû, didome.
Di dîmenên ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyê ya Navçeyê ve, ji esmanan hatine tomarkirin da, xendekên nav kolanan, barîkatên ku bi çewalên qûmê û kevirên parkeyan li pêşiya kolanan hatine danîn xuya dibin.