Nihat Kavşut
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ANKARA
Yildirim: "(Çîpras) Min bi eşkereyî jê ra got ku dûrmayîna ji nîqaşan ji bona têkiliyên herdu dewletan wê bi xêr be."
Yildirim: "Bi rastî di warê lihevkirinê da nakokiyek tuneye. MHPê ji raya giştî ra jî eşkere kiriye ku wê piştgiriya namzedê AK Partiyê bike, wê piştgiriyê bide namzediya birêz Serokomarê me."
Yildirim: "(Komîsyona Mutabeqeta Neteweyî) Di vê mijarê de heyetên herdu partiyan yên ku hatibûn wezîfedarkirin, xebatên xwe temam kirin. Serokên partiyan wê halê dawîn bibêjin û paşê ev metnê mutabeqetê wê bi raya giştî re bê parvekirin."
Yildirim: "(Firokeya ATAKê ya ku li Efrînê ket) Tu delîl û nîşane tunene ku firoke hat xistin. Lê me hemû îhtimal dan ber çavan û di bin banê Artêşa Tirkiyeyê da heyeteke qeza û xesarê hat çêkirin. Ev xebat vê gavê dewam dikin, hê kuta nebûye."
Yildirim: "(Rageşiya bi Yewnanistanê re) Bi texmîna min di meha gulanê de Civîneke Sererkanên NATOyê wê bê kirin. Di vê çarçoveyê da sererkanên herdu welatan wê bên bal hev û ji bo pirsgirêkên wiha careke din li sahayê neqewimin wê li ser tevdîran biaxivin."
Yildirim: "(Ji ser telefonê axaftina bi Çîpras ra) Ji ber zinarên Kardakê di demên dawîn da rageşî pêk hat û ji ber vê jî hin binpêkirin qewimîn û bersiva wan hat dayîn. Me li hev kir ku ji niha pê va aramtir bin û bi nêrîneke ji hev fehmkirinê tevbigerin, xetên ragihandinê wê vekirîbin û çareserî jî wê bi rêyên siyasî û dîplomatîk bên dîtin."