15 Sibat 2018•Rojanekirin: 16 Sibat 2018
ANKARA
Derket holê ku PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê kesên ku bi 100 dolaran dixapîne hildide rêxistinê.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê bi dest xist, terorîst (17) A.S.T yê ku li Efrînê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de birîndar hat girtin, der barê rêxistinê de agahî dan.
- 15 salî beşdarî rêxistinê bûye
A.S.T yê ku du sal berê dema 15 salî bû beşdarî rêxistinê bûye di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Hatayê de îfade da û got li Dêrika Sûriyeyê wî 3 mehan perwerdeya siyasî û eskerî dîtiye.
Ji bo navên xwe yên kod A.S.T got di perwerdeya çekan a kampê de navê wî "Egîd", di perwerdeya siyasî da jî "Rênas" bûye û piştî perwerdeyê rêxistin endaman dişîne sînorên nêzîkî Tirkiyeyê.
A.S.T anî ziman li Minbicê endamên rêxistinê perwerdeya suîkast, sabotaj û bombeyê dibînin.
Li gor îfadeya wî sivîlên Kurd û Ereb yên ji heremê direvin, dixwazin xwe bispêrin Tirkiyeyê, lê rêxistin destûrê nade wan.
A.S.T got piştî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ew ji Minbicê derbasî Efrînê bûne û ji bo ku li vir deşîfre nebin di sitargehan de xwe veşartine.
- "Dema keşifkirinê eskerê Tirkan em dîtin"
A.S.T anî ziman ku car caran ew ji bo keşifkirinê çûne hin herêmên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad lê ne, wê demê ew hatiye girtin û wiha dewam kir: "Dema keşifkirinê eskerê Tirkan em dîtin. Ji ber êrîşên tank û topan 7 kesên li cem min hatin kuştin. Bi tenê ez sax xilas bûm. Paşê ez hatim girtin."
A.S.T got YPG Kurdan li gor daxwaza dewletên Rojavayî bi kar tîne û bi pereyan jî ji xwe ra mirovan peyda dike.
Ji bo kesên beşdarî rêxistinê dibin A.S.T got ew mehê 100 dolaran hildidin.
A.S.T got eskerên Tirk zirarê nade kesên ku teslîm dibe.