15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê li bakurê Sûriyeyê li qadên ku îşxal kirine kolandina tunêlan didomîne.
AAyê di berfanbara 2018an da li navçeyên Minbiç û Eynelerebê (Kobanê) dîmena xebatên kolana tunêlan a YPG/PKKyê kişandibû.
Dîmena vedanên ku rêxistin didomîne îro dîsa ji aliyê AAyê va hat kişandin.
YPG/PKK li bakurê Sûriyeyê kolandina tunêlan didomîne
YPG/PKK li navçeyên navborî tunelên ku berê kolabûn dirêj dikin û yên nû vedidin. Rêxistin li ser xeta sînorê Tirkiyeyê ji aliyê rojava va li Tel Ebyad, Resûlayn, Qamişlo û Malîkiyyeyê jî van xebatên xwe didomîne.
Rêxistin li hemberî qereqolên ser sînorê Tirkiyeyê, li cî û warên piçûk ên li ser axa Sûriyeyê jî tunêlan dikole.
YPG/PKK bi vê rêyê ji bo operasyona eskerî ya muhtemel ku Tirkiye wê li rojhilata Feratê bike, amadehiyan dike.
Piştî ku YPG/PKK bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hat derxistin û şûnda derketibû holê ku rêxistin ji bo ji navçeyê dernekeve li gelek deran çal vedabûn.