Muhammet Kurşun
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
SILÊMANÎ
Yûsuf Mihemed Sadiqê endamê Bizava Goranê ji wezîfeya xwe ya Serokatiya Parlamentoyê îstifa kir.
Yûsuf Mihemed li Navenda Serekî ya Bizava Goranê li Silêmaniyê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku wî dest ji wezîfeya xwe kişandiye.
Endamê Goranê rexne li rewşa heyî ya Herêma Kurdistanê girt û got xelkê Herêmê di rewşeke zehmet re derbas dibe.
Herwiha îddia kir ku piştî rûdanên 16ê Çiriya Pêşîn tu rêyek li ber Hikûmetê nemaye û "şikest xwariye."