İbrahim Atmaca
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Zanîngeha ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sozê wê dabû ku li Sûdanê were vekirin, bi destê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê bi navê Dibistana Bilind a Xizmetên Tenduristiyê ya Sûdan Nyalayê hat vekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê hat dayîn, hat bibîrxistin ku Serokomar Erdogan par li Zanîngeha Hartumê ya Sûdanê axivî bû û soz dabû ku Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê li Sûdanê zanîngehê veke.
Li gor daxuyaniyê Serokmarê Sûdanê Omer el-Beşîr Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê Dibistana Bilind a Xizmetên Tenduristiyê ya Sûdan Nyalayê bi merasimê va vekir.
Beşîr di vekirinê da axivî û got ku dibistan wê di pêdiviya perwerdeya tenduristiyê ya Sûdanê da roleke girîng hilde ser xwe û spasiya Serokomar Erdogan, gel û hikûmeta Tirk kir.
Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Xebatên Tenduristiyê ya Afrîkayê ya Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê Prof. Dr. Hasan Huseyîn Eker jî got ku mebesta dibistana bilind perwerdekirina personelên tenduristiyê yên çêtir e.
Midûrê Dibistana Bilind a Xizmetên Tenduristiyê ya Sûdan Nyalayê û Wezîfedarê Hîndekariyê Mesut Îkîz jî got ku dibistanê ji sala perwerde û hîndekariyê ya 2018-2019an pê va dest bi dersan kir û wiha dewam kir:
"Di Beşa Teknîkên Tibî û Xizmetan da anestezî û alîkariya acil hene. 48 xwendekarên anesteziyê, 49 xwendekarên beşa alikariya acil hene."