Haydar Şahin
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2018
BRUKSEL
Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê got, "Em na, Îran û Çîn binê pergala navneteweyî dikolin."
Pompeo li German Marshall Funda ji saziyên fikr û ramanan axivî û polîtîkaya derva yê Amerîkayê nirxand.
Pompeo ji bo ji Yekîtiya Ewropayê derketina Îngiltereyê got "banga hişyarbûna siyasî" û destnîşan kir ku dibê di vê çarçoveyê da yekîtî bifikire ku gelo hewcedariyên welatiyên xwe bi cî tîne yan nayne.
Pompeo bi bîr xist ku carcaran "dostên Ewropayî" sûc diavêjin ser Amerîkayê û dibêjin ku li gor berjewendiyên hevpar tevnagere, lê rêveberiya Amerîkayê hewl dide ku dîsa di pergala navneteweyî da bibe desthilatdar, dostên xwe ji bîr nake û dibê hemû mitefîqên Amerîkayê jî li gor vê tevbigerin.
Pompeo wiha axivî: "Serokê Amerîkayê Donald Trumpê dîsa Amerîkayê vedigerîne rola seroktiyê ya kevneşopî. Tu hêzek li ser hêza dewleta neteweyî nîne. Dewletên neteweyî garantorê azadiyên demokratîk û berjewendiyên neteweyî ne."
- "Îran û Çîn binê pergalê dikolin"
Pompeo îdia kir ku Amerîkayê bi alîkariya "demokrasiyên din" va "pergala lîberal sererast bike" û wiha axivî: "Trump pergaleke lîberal a teze ava dike. Ev pergal ew ê pêşî li şeran bibire û refahê zêde bike".
Pompeo di nirxanidna xwe da got, "Em nakolin, Îran û Çîn binê pergala navneteweyî dikolin."
Pompeo diyar kir ku Amerîka piştgiriyê dide peyman û organîzasyonên navneteweyî yên kêrhatî û wiha pê da çû: "Dema peyman tên xirabkirin dibê derkevin rûyê kesên îxlal dikin û di vê rewşê da peyman werin sererastkirin an jî betalkirin."