17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin ku balafira şer a artêşa ûris li Îdliba di bin kontrola mixalifan de êrîşa asîmanî bir ser cî û warên sivîlan, di êrîşê de 15 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Leys el-Farisê rayedarên parastina sivîl ên li Îdlibê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku balafira şer a ûris li bakurê rojavayê welêt li Îdliba di bin kontrola mixalifan de xaçerêya El-Qura û cî û warên nêzî wê bombebaran kir.
Faris got ku di êrîşê de jin û zarok jî di nav de 15 sivîl mirin, 23 kes jî birîndar bûn û da zanîn ku ekîbên parastina sivîl û tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê.
Leys el-Faris got ku di êrîşê de 11 kargehan û 3 wesayîtan ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan bi kar bînin û da zanîn ku di 8 avahiyan de jî xisareke mezin çêbû.