17 Tebax 2016•Rojanekirin: 17 Tebax 2016
ANKARA
Parlementerê Tirkmen ê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Aydin Merûf got Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo ku êşa tirkmenan ragihîne dinyayê roleke mezin lîst.
Heyeta ku ji parlementerên tirkmen ên ji Parlementoya HKIyê, misteşarên tirkmen ên ku li saziyên rêveberiyê yên cuda de peywirdar in, Endamên Meclisa wîlayetê û rayedaran pêk tê AA ziyaret kir.
Heyetê ji Mustafa Ozkayayê Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê der heqê xebatên nûçegihaniyê û prensîbên wê de agahî sitand.
Ozkaya diyar kir ku tesîra AAyê ya li Qafqasya, Balqan û Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibe û got ku "AA heta demekî nêz ajanseke nûçeyan a xwemalî û herêmî bû lê di nav 5 salan de bû wekî ajanseke nûçeyan a gerdûnî."
Ozkaya destnîşan kir ku AA bi pirsgirêkên gelê tirkmen ê bira û dost re ji nêz ve eleqedar dibe û wiha axivî: "Pirsgirêkên tirkmenên li herêmê yên ku em heman ziman û erdnîgariyê parve dikin pirsgirêkên me ne. AA di xizmeta tirkmenan de ye, ez dixwazim destnîşan bikim ku em di her firsendê de li gel tirkmenan in."
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Merûf jî li ser navê heyetê axivî, spasiya AAyê kir û ev gotin:
"AA ev demek dirêj e ku li Hewlêrê, Kerkûkê, Bexdayê, Silêymaniyê tu carî em tenê nehiştin. Piştî ku DAEŞa rêxistina terorê Mûsil û Tilafer dagir kir tirkmez ketin rewşa mezlûman. Mecbûr man ku koç bikin. AA ji bo ku êşa tirkmenan ragihîne dinyayê bû dengê me."
Merûf diyar kir ku AAyê her dem wekî ajansa nûçeyan a gelê tirkmen dibînin û got ku bi saya şahidiya ajansê mexdûriyeta penaberên tirkmen ên li Zaxo, Mexmûr û Dihokê ragihandin dinyayê.