05 Gulan 2016•Rojanekirin: 07 Gulan 2016
ÎDLIB
Jimara kesên ku di êrîşa asîmanî ya ku rejima Beşar Esed li bakurê Sûriyeyê bir ser konbajarê Kamûneyê ya li bajarê Îdlibê ya ku tê de sivîl hene de mirin derket 27an.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji nexweşxaneya sehrayê ya li bajaroka Sarmadayê ya ku kampa Kamûneyê lê ye sitand jimara sivîlên ku di êrîşa balafirên şer ên rejimê de mirin derket 27an. Di nav kesên ku mirin de gelek jin û zarok jî hene.
Birîndar sewqî nexwaşxaneyên li hawirdor kirin û di êrîşê de bi dehan kon tehrîb bûn.
Gelê ku ji êrîşên hêzên rejimê yên li Heleb, Îdlib û Lazqiyeyê yên ser cihên di bin kontrola mixalifan de reviyabûn, li konbajêra Kamûneyê ya ku 20 kîlometro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye bi cî bibûn.