08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
TEHRAN
Serokatiya Îstixbarata Îranê nasnameya şikbarên ku tê îdiakirin do êrîşa terorê kiribûn eşkere kir.
Di daxuyaniya nivîskî da wêneya 5 êrîşkarên ku mirî hatin girtin hat weşandin û hat îdiakirin ku êrîşkar endamên DEAŞa rêxistina terorê ne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku 5 endamên DEAŞê piştî ku tevlî rêxistinê bûne li Mûsil û Reqayê jî ketine pevçûnan û wiha hat gotin: "Sala par li ser fermana Ebû Eyşeyê rêveberê payebilind ê DEAŞê ji bo ku êrîşî navendên dînî bikin ketine welêt. Di derbeya ku lê xistin va ev koma hat belavkirin û bi kuştina Ebû Eyşe va ji welêt revîn."
Di daxuyaniyê da navê êrîşkaran wek Qayyum, Ebû Cîhad, Ramiyn, Seriyas û Ferîdun hat nivîsandin, ji bo ku zirar negihÊje malbatên wan paşnava wan nehat nivîsandin.
Wek mayîn televizyona dewletê ya Îranê diyar kir ku di êrîşa terorê ya do da bi 5 êrîşkaran va bi tevahî 22 kes hatin kuştin, 52 kes birîndar bûn.