21 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê ji bi şev vir va ji ber êrîşên mensûbên DEAŞa rêxistina terorê şer û û pevçûnên ku dest pê kirin didome û hat ragihandin ku heta niha 5 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Nexweşxaneya Kerkûk Azadiyê hilda şerê bi şev dest pê kir û hê jî dewam dike û heta niha 5 kes hatin kuştin û 25 kes jî birîndar bûn û rayedarên tenduristiyê gotin ku di nav mirî û birîndaran da wezîfedarên hêzên ewlehiyê jî hene.
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê yê Hewlêrê Aydin Merûf jî destnîşan kir ku DEAŞ ji nişka va berê xwe da Kerkûkê û dixwaze ku nêrîna li ser operasyona xilaskirina Mûsilê biguherîne û peyama ku bi komek milîtan va dikare bajarekî bixe bin kontrola bide dinyayê.
Li navenda bajêr di navbera hêzên ewlehiyê û milîtanên DEAŞê da şer û pevçûn car caran dewam dike.
Di avahiya berê ya ewlehiyê û otêleke ku dihat restorasyonkirin da hê jî milîtan hene û li herdu herêman jî nîşangirên hatine bicihkirin guleya berî hêzên ewlehiyê didin.
Li deverên din ên bajêr jî ji ber êrîşên çalakvanên xwekujiyê zirareke mezin gihîşt der û dorê.
Milîtanên ku xwe berî nav Kerkûkê dane tê dîtin ku piraniya wan biyanî ne.
- Li Kerkûka bajarê Iraqê du çalakvanên xwekujiyê yên endamên DEAŞa rêxistina terorê avahiya berê ya ewlehiyê bi dest xistin û li ser vê jî di navbera wan û hêzên ewlehiyê da şer qewimî.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê yên li herêmê hildan endamên DEAŞê bi şev li sê deverên cihê yên Kerkûkê bi wesayîtên bombebarkirî va êrîş kirin.
Du endamên rêxistina terorê jî bi tivingên kanasê va girtin ser avahiya berê ya ewlehiyê û paşê jî bi hêzên ewlehiyê ra şer kirin.
Heta niha nayê zanîn ku di êrîşên qewimîn û şerê pêk hat da tişt bi kesî hat yan na.
Ji bo ewlehiya welatiyan qedexeya derketina derva ya ku bi şev hatibû îlankirin jî li seranserê Kerkûkê dewam dike.
- Li navenda Kerkûka Iraqê ku milîtanên DEAŞa rêxistina terorê yên veşartî ji êvarê da ye êrîşên xwekujiyê dikin, pevçûn her ku diçe zêde dibin.
Hat diyarkirin ku li bajêr qedexeya derketina derva dewam dike, mizgeft hatine girtin û wê nimêja înê neyê kirin.
Aydin Merûfê Parlementerê Hewlêrê yê Eniya Tirkmenên Iraqê daxuyanî da û wiha got: "Meriv nizane DEAŞa rêxistina terorê ya zalim çi çaxê êrîş dike. Ji bo ewlehiya xelkê qedexeya derketina derva girîng e. Bi qasî Mûsilê Kerkûk jî girîng e, lewra gelek nijad û derdorên dînî lê dijîn."