İbrahim Atmaca
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê di nav sînorên kêmkirina rageşiyê da ber bi êvarê êrîşî gundê Xan es-Subul û Masaranê kirin û di êrîşan da 16 sivîl hatin kuştin.
Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê Mistefa Hac Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meha dawîn da êrîş zêdetir bûn.
Ûsiv got ku îro navçeya Seraqîb, gundên Tel Merdih, Serce, Keferamîm, Masaran û Xan es-Subulê hatin bombebarankirin û wiha hat gotin: "Rejima Beşşar Esed ber bi êvarê li gundê Xan es-Subulê bi bombeya warîlê va êrîş kir û di êrîşê da 9, di êrîşa li ser gundê Masaranê da jî ji heman malê 7 sivîl hatin kuştin."
Di êrîşên ku duh nîvro birin ser Îdlibê da jî 7 sivîl hatibûn kuştin.
Herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê du mehên dawîn in ku rastî êrîşên esmanî tên. Tenê di meha rêbendanê da 211 sivîl mirin, hezar û 447 sivîl jî birîndar bûn.
Îdlibê dikeve bakurê Sûriyeyê û li ser sînorê Sûriye û Tirkieyeyê ye. Îdlib di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da wek "herêma kêmkirina rageşiyê" hatibû îlankirin. Herêm di bin kontrola mixalifên leşkerî û komên çekdar ên li dijî rejimê ne da ye. Herêm hê rastî êrîşên rejima Esed û car caran jî t-rastî êrîşên Rûsyayê tê.