LÛGANSK
Wênekêşê Anadolu Agencyê (AA) Alî Atmaca yê ku li Lûganskaya bajarê Ukraynayê bûyeran dişopand ji aliyê alîgirên Rûsan ve hat girtin.
Otobêsa ku Atmaca tê de bû ji Lûganskê ber bi Harkoveyê diçû. Otobês ji aliyê alîgirên Rûsan ve hat sekinandin. Cudahîxwazan nasnameya rêwiyan kontrol kir û piştî kontrolê dest danîn li ser pasaporta Atmaca û di gel welatiyekê Tirk ew ji otobêsê peyakirin.
Alîgirên Rûsan dest danîn li ser wênegir û eşyayên Atmaca û gotin ku dê wan bibin yekeya îstixbaratê.
Dema ku Atmaca û welatiyê Tirk ê din di avahiya îstixbaratê de bûn, di navbera artêşa Ukrayna û alîgirên Rûsan de şer derket. Artêşa Ukraynayê ji hewayê êrîş bir li ser avahiyê. Ji bombeyên ku artêşa Ukraynayê avêt yek ket li ser avahiya ku her du Tirk lê girtî bûn.
Di vê navberê de alîgir ji avahiyê revîn û Atmaca jî wênegira xwe hilda û reviya.