13 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) dijî kampên PKKya rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê operasyona esmanî li dar xistin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê yê herêmê hatine bidestxistin, Çar balafirên F-16 û du balafirên F-4 yên girêdayî Fermandariya Hêzên Esmanî, duh di navbera seat 21:00 - 23:00an da kampên PKKya rêxistina terorê yên li Avaşîn,-Basyan, Gare û Zapê bombebaran kirin.
Di operasyona ku balafira Îxbar û Kontrola ji esmanan (HÎK) piştgirî dida da, jetên Tirkiyeyê, penageh, şikevt, sitargeh û enbarên rêxistinê îmha kirin.
Piştî operasyonê jetên Tirkiyeyê vegeriyan baregehên xwe.