08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
MÛSIL
Malbatên êzdî yên navçeya Şingala girêdayiya wîlayeta Neynewayê digel ku herêma wan ji aliyê pêşmergeyan ve hat rizgarkirin, di nav konên Çiyayê Şingalê da li ber xwe didin.
Malbatên ku ji bo xwe ji êrîşên DAEŞa rêxistina terorê biparêzin pena birine Çiyayê Şingalê, ji ber egera êrîşa terorê û nebûna xizmetguzariya civakî li navçeyê hê jî bi temamî venegeriyane malên xwe.
- "Li serê çiyê ne av heye, ne jî ji bo xwe germkirinê, ceyran û sotemenî"
Yek ji penaberên Çiyayê Şingalê bi navê Elî Cirdo (50) destnîşan kir ku di nava konên naylonî yên ku bi alîkariya hinek dezgehên alîkariya navneteweyî bi dest xistine dijîn û got, "Ji 3yê meha tebaxa 2014an, ji dema ku Şingal ket destê DAEŞa rêxistina terorê ve em ketine bextê vî çiyayî. Em di nava konan da dijîn. Mixabin ji ber nebûna sotemeniyê em nikarin xwe germ bikin. Herwiha ji ber ku me konên xwe di nav çiyê da li ser zemîna rût vegirtine, hê bêhit sar in û ne saxlem in. Ava me jî tune ye, em bi galonan ji kaniyê avê ji xwe ra tînin û zehmetiyeke mezin dikişînin."
- "Emê ji neçarî zivistaneke din li vêderê derbas bikin"
Elî Cirdo kêfxweşiya xwe ji rizgarkirina Şingalê ra anî ziman û got, "Şingal bi temamî ji aliyê pêşmergeyan ve hat rizgarkirin, em ji bo vê gelekî kêfxweş in, lê belê ji ber operasyonên leşkerî xaniyên me xera bûne. Nuha di nava bajêr da ne ceyran, ne av, ti xizmetguzariya civakî nîne. Ji ber vê yekê em çiya ewletir dibînin û ji neçarî emê zivistana xwe li vê derê derbas bikin.
- "Jiyana di çiyayî da, ji bo jinan zehmettir e"
Jineke êzdî bi navê Sêvê Elî (55) ya ku nanê xwe li ser agirê ku bi qirş û qalên ku ji derdorê daye hev û pêxistiye çêdike got, "Xwedîkirina zarokan, nanpêjî, cilşûştin, kişandina avê li ser milê me ye ji ber vê yekê jî jiyana di çiyayî da ji bo jinan zehmettir e. Em weke gelê êzdî di rewşeke xirap da ne. Ji tirsa êrîşên DAEŞê, ev 2 zivistan in ku em li derva ne. Ji ber nebûna avê, em nikarin serê xwe bişon, ava ku em ji kaniyê dikişînin têra me nake."
- "Xaniyên me yên nav Şingalê bûne kavil"
Penabera êzdî anî ziman ku piştî rizgarkirina Şingalê vegeriyane nav bajêr lê dîtine ku xaniyên wan hemî bûne kavil û got, "Xaniyên me hemî xera bûne, hinek eşyayên me yên ku saxlem mabûn, me ew jî barkirin û me anîn nav konên xwe. Em ketine tirs û taya berfê da, ku berf bibare ê rewşa me xiraptir bibe. Lê dîsan jî em ji bo halê xwe şukir dikin. Em neketin destê DAEŞiyan da. Gelek ji cîran û xizmên me di destê DAEŞê da ne."
Çiyayê Şingalê dikeve navbera beldeya Sinûnê û navçeya Şingalê yên girêdayiyê wîlayeta Neynewayê, navçeya şingalê bi qasî 110 kîlometroyan dikeve rojavayê navenda bajarê Mûsilê. Di dema kontrol kirina Şingalê ji aliyê DAEŞê ve, êzdiyên ku ji rêxistina terorê reviyan pena birin bilindahiya Çiyayê Şingalê û xwe ji êrîşan parastin.