Önder Beyter
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
XEZE
Tevgera Hemasê bangî Prensê Gallerê Charles kir ku beşdarî pîrozbahiyên salvegera 70yemîn a damezirandina Îsraîlê nebe.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hemasê da, daxuyaniya ku Charles wê beşdarî pîrozbahiyên salvegera damezirandina Îsraîlê bibe, hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku beşdariya Charles wê were wateya paşguhkirina tehcirkirina bi milyonan Filistînî û qetlîamên ku di 1948an da bi destê çeteyên Siyonîst hatin kirin û wiha hat gotin, "Di mijara teşwiqa qetlîaman da rola herî sereke û mezin, hikûmeta Îngiliz lîst."
Di daxuyaniyê da bangewazî li Charles hat kirin ku dest ji biryara xwe ya beşdariyê bikişîne da ku êş û pirsgirêkên gelê Filistînê zêde nebin û herwiha ji Charles hat daxwazkirin ku Deklerasyona Balfourê rabigihîne û xeletiya xwe serast bike.
Di daxuyaniyê da ji xeynî vê, wiha hat gotin, "Ev beşdarî, delîla wê yekê ye ku şirîktiya Îngiltereyê ya di sûcê dijî Filistîniyên xwedanên vê xakê da bi Îsraîlê ra dewam dike."