Îran: Heta niha ji Trump tu name nagihaştin me

Tahran
Îranê eşkere kir ku bereksê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya wekî ji Ayetullah Elî Xamaneyê serokê welêt ra nameyeke ku bangewaziya mizakereyên nukleerê dike heta niha tu name negihaştin wan.
Li gor çapemeniya Îranê Nûnertiya Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê li ser pirsa der barê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump a wekî ji Xamaneyê serokê Îranê ra nameyek şandiye bersivand û got ku "Heta niha nameyekw wiha negihaştiye destê me."
Trump di hevpeyvîna xwe ya li Fox Busîness Networkê da eşkre kiribû ji serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ra nameyek şand. Trump gotibû ku "Min nivîsand ku hêviya min ew e ku hûn mizakere bikin ji ber ku heke hewce bike ku bi awayekî ekserî bikevin wir dê gelekî bi teşqele be."
- Trump ragihand ku ji bo mizakereyê ji Rêberê Dînî yê Îranê Xameneyî ra nameyek şandiye
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku ji bo mizakereyê ji Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xameneyî ra nameyek şandiye.
Trump di hevpeyvîna xwe ya ji bo Fox Business Networkê da tekezî li wê yekê kir ku nameyek ji Rêberê Dînî yê Îranê Xameneyî ra şandiye û tê da xwestiye ku di warê bernameya nukleerî da peymanê çêbike.
Trump got, "Heke Îran xwe nede ber mizakereyê, ewê ji bo wan helwesteke xirab be. Nabe ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî. Hinek vebijarkên din jî hene."
Serokê DYAyê Trump meha borî destnîşan kiribû ku divê Îran nebe xwediyê çekên nukleerî, ew dixwazin bi Îranê ra peymanekê çêbikin ku bibe sedema geşedan û pêşketina Îranê.