Ahmet Dursun
25 Nîsan 2023•Rojanekirin: 26 Nîsan 2023
Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê Riza Fatemî Emîn diyar kir ku welatê wî bi Erebistana Siûdî ra dest bi têkîliyên bazirganî kir.
Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê Emîn daxuyanî da IRNAya ajansa fermî ya Îranê û got ku piştî 7 salan bi çareserkirina têkîliyên dîplomatîk va pêvajoya bazirganiyê ya bi Erebistana Siûdî ra ji nû va dest pê kir.
Wezîrê Îranî der heqê bazirganiyê da got: "Di navbera Îran û Erebistana Siûdî da piştî ku bazirganiyê dest pê kir hevalên di wezareta me da ne jî dest bi pêvajoya îxrackirinê kirin."