04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Elî Ekber Welayetiyê serşêwirmendê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, digel peymana agirbesta Sûriyeyê ku bi garantoriya Rûsya û Turkiyeyê hat îmzekirin, ragihand ku dê rêxistina Hizbullah ji Sûriyeyê dernekeve. Li gorî Ajansa Nûçeyan ya Xwendekarên Îranê (ISNA), Welayetî piştî ku li Tehranê bi Alîkarê Serokomarê Iraqê Nûrî el-Malikî re hevdîtin kir civîna çapemeniyê li dar xist.
Welayetî li ser îdiayên 'di demên dawîn de Rûsya li Sûriyeyê berjewendiyên Îranê nabîne' ragihand ku Tehran û Moskova di mijara Sûriyeyê de "hê jî" bi hev re dixebitin. Welayetî xebatên ji bo qeyrana li Sûriyeyê bi dawî bibe destnîşan kir û got: "Hevdîtinên aştî û pêşeroja Sûriyeyê di navbera hikûmeta Sûriye û hevalên Sûriyeyê de dê bê kirin. Xencî vê hikûmetê û îrdeya gel, cihê hin kesên ku hewla hevdîtîna aştiyê didin di hevdîtinan de tuneye.
Welayetî li ser mijara rêxistina Hizbullahê ku ev 6 sal e li Sûriyeyê şer dike, piştî peymana agirbestê dê vî welatî terk bike jî wîha axivî: "Gotina ku Hizbullah piştî peymana agirbestê dê ji Sûriyeyê vekişe, propagandaya dijminan e."