04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
SELAHEDDÎN
Hat ragihandin ku li Beyciya Selaheddîna Iraqê firokeya leşkerî ket.
Di daxuyaniya nivîskî ya Tora Medyayê ya Wezareta Parastina Iraqê da wiha hat gotin: "Li Beyciyê firokeyeke leşkerî ya artêşa Iraqê ji ber sedemên teknikî ket."
Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn ku çend kes di firokeyê da hebûn û mirî û birîndar hene yan na.