Azzam el-Ehmedê ku serokatiya heyeta Filîstinê dike, ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku îro ew ê bi Serokê Îstixbarata Misirê Mihemed Ferîd et-Tehamî re li ser bernameya muzakereyê biaxivin.
Ehmed got ku muzakere dê îro dest pê bike û dê piştî cejna cihûyan a ku qasî 10 rojan dewam dike biqede.
Ehmed daxuyand ku hevdîtinên di navbera Hamas û Fetîhê jî dê sibê dest pê bike. Ehmed got ku di hevdîtinê de ewlehiya deriyên sînor, Xezeyê ji nû ve çêkirin, dema êrîşên Îsraîlê tevgerên Hamasê yên li hember Fetîhê dê bê axaftin.
Heyeta Filîstînê ya ku ji Fetîh, Hamas, Cihada Îslamî, Enîya Xilasbûna Demokratîk a Filîstînê pêk tê ji bo ku ji heyata Îsraîlê re hedîtinê bikin duh êvarê hatibûn kahîreyê.