Abdullah Tel
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
XEZE
Hat ragihandin awayê birîndarkirina çalakvanên li Xezeyê ya ku ji hêla Îsraîlê va tê kirin, nîşaneya niyeteke qirqirinê ya nû ye.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê Eşref el-Qudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Îsraîlê bi "derba kuştinê" êrîşî çalakvanan dike.

Qudra destnîşan kir ku birînên birîndarên ku ekîba tenduristiyê ji bo dermankirina wan hewl didin wek derbeya mirinê ye û hêzên dagirker ên Îsraîlê xwedî niyeta qirkirineke nû ne.
Di axaftina xwe da Qudra bal kişand ser kêmasiya venêrîna navneteweyî û ragihand ku ji bo rê li ber binpêkirinên hemberî gelê Filistînê bê girtin divê biryardarî hebe, kar û barên hewce dikin jî lazim e bê kêmasî bên kirin.

Welatiyên Filistînê ji 30ê Adarê vir va li ser sînorê Xezeyê yê bi Îsraîlê va bi navê "Meşa Vegera Mezin" va çalakiyên aştiyane li dar dixin.
Ji destpêka çalakiyan heta niha ji 200î zêdetir Filistînî di êrîşên eskerên Îsraîlê da hatin kuştin.