16 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
SÎÎRT
Tuncer Bakirhanê Şaredarê Sêrtê di lêpirsîna terorê da hat binçavkirin.
Li gor agahiyan Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê di lêpirsîna der barê PKKya rêxistina terorê da ji bo Tuncer Bakirhanê Şaredarê Sêrtê biryara binçavkirinê da.
Li ser vê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê li mala Bakirhan û avahiya xizmetê ya Şaredariya Sêrtê lêgerîn kirin.
Hat diyarkirin ku Bakirhan hat binçavkirin û birin ewlehiyê.
Hat destnîşankirin ku lêgerîna li mala Bakirhan û avahiya xizmetê ya Şaredariya Sêrtê dewam dike.