Îsraîlê li Sûriyeyê cebilxaneya ji rejima Esed mayî kir armanc

İdlib
Îsraîlê li Sûriyeyê cebilxaneya ji rejima Beşar Esed mayî kir armanc.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat sitandin, eskerên Îsraîlê duhê şev kete gundê Kom Muhairesa di nava sînorê parêzgeha Quneytrayê da.
Eskeran li gundê ku nêzîkî 10 kîlometroyan dûrî sînor e, enbara çekan a ji dema rejima Esed mayî îmhe kir.
Tank û kelûpelên eskerî yên di nava enbarê da teqandin.
Di encama teqînê da cihên niştecihiyê yên derdora enbarê jî zirar dîtin.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê eskerên Îsraîlê paşda vekişiyane baregehên xwe yên li Girên Golanê yên ku di bin dagirkeriyê da ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.