Fatih Gazioğlu
10 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
WASHINGTON
Li Amerîkayê di El Hura kanala Erebî ya ku ji aliyê Kongreya Amerîkayê va tê fînansekirin da propagandaya FETO hat kirin.
Li gor agahiyan El Hura kanala Erebî ya ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê weşanê dike, roportajên endamên FETOyê Adem Yavuz Arslan û Emre Uslu yên qaçax weşandin.
Uslu û Aslan di roportajan de eleyha Tirkiyeyê axivîn û axaftin li ser twîtterê wekî vîdeo hatin parvekirin. Li ser vê gelek kesên ku di bin vîdeoyan şîrove kirin weşana kanalê rexne kir û hin kesan jî şermezar kir.
- El Hura: Qenala Amerîkayê ya propagandaya Erebî
El Hura piştî dagirkirina Amerîkayê ya Iraqê di sala 2004an ji aliyê George W. Bushê wê çaxê Serokê Amerîkayê bû va ji bo propagandaya 'nêrîna Amerîkayê bike' hat vekirin. El Hura ji aliyê Kongreya Amerîkayê va tê fînansekirin. Kanala El Hurayê xwediyê budçeyeke mezin e lê kêm tê temaşekirin, ev jî ji aliyê sîyasetmedarên Amerîkayî va tê rexnekirin.
Navenda kanalê li eyaleta Vîrgînîayê ye û ji ser peykê re li 25 welatên dinyayê weşanê dike.