Fatih Gazioğlu
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku Artêşa Îsraîlê li herêma Quneytrayê 3 cihên leşkerî yên rejima Sûriyeyê xist.
Berdevkê Artêşa Sûriyeyê Avîchay Adrae daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Ji aliyê Sûriyeyê 5 roket ketin ser girên Golanê. Li ser vê Artêşa Îsraîlê jî bersiv da û noqteyên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê dan ber bombeyan."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku artêşa Îsraîlê destûrê nade tu êrîşên dijî wan û di hemû êrîşan de ew ê rejima Sûriyeyê berpirsyar bibînin.
Îsraîl ji sala 2011an ya ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir vir da îdia dike ku ji Sûriye û Girên Golanê rokêtan diavêjin welatê wan û car caran operasyonan dibe ser Hizbullaha ku bi piştgiriya Îranê dixebite û ciyên leşkerî yên rejimê.
Girên Golanê ya ku esil axa Sûriyeyê ye ji sala 1967an heta niha di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.