Nihat Kavşut
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê daxuyaniya nivîskî da û nirxandinên DYAyê yên ji bona bûyerên li derdora Kerkûkê da diqewimin parve kir.
Nauertê di daxuyaniya xwe da wiha got: "DYA ji ber bûyerên tundiyê yên tê gotin li derdora Altinkopriya bajaroka li bakurê Iraqê diqewimin di nav fikarê da ye. Em rewşê ji nêz va teqîb dikin. Em bang dikin hemû teref ji tevgerên rê li ber tundî û provakasyonê vedikin dûr bisekinin."
Heather Nauertê bang li hikûmeta navendî ya Iraqê kir hêzên federal çalakiyên xwe yên li herêmên binîqaş sînor bikin.
Nauertê destnîşan kir ji ber telîmata Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ku bang li hêzên federal kir welatiyên Iraqê biparêzin û pevçûnan proveke nekin kêfxweş in û wiha got: "Pirsigirêk li herêmên binîqaş heta li gor destûra bingehîn çareseriyeke siyasî neyê dîtin wê ev herêm wek herêmên binîqaş bimînin."
Heather Nauertê wiha got: "Em dixwazin teref heta lihevkirinek çêbe ji bona rêvebirin û ewlehiya herêmê hevkariyê bikin. Hemû teref divê wekî Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê pêşniyaz kir û Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê bi eşkereyî qebûl kir di nav diyalogê da bin."
Heather Nauertê destnîşan kir DYA dixwaze Iraq wek dewleteke yekparçeyî bi taybetiya xwe ya biîstiqrar, demokratîk û federal bimîne û Herêma Kurdistana Iraqê jî wekî perçeyekî vê bimîne.