MADRÎD
Di têkoşînên Kûpaya Cîhanê ya FIBA 2014an de fînalîstê din jî diyar bû.
Di pêşbirka nîvefînalê de Tîma Basketbolê ya Mêran a Sirbîstanê û Tîma Basketbolê ya Mêran a Fransayê hatin hemberî hev.
Sirbîstan a ku Fransa 90-85 têk bir, di têkoşîna fînalê de bû dijberê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)
Pêşbirka fînalê ya di navbera DYA û Sirbîstanê de jî sibê bi saeta Tirkiyeyê di 22.00an de dê dest pê dike.
Ji her du welatan kîjan bi ser keve dê bibe şampiyonê organîzasyona Kûpaya Cîhanê ya FIBA 2014an.