12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo ku encamên referandûma guherîna destûrê ya ku wê di 16ê Nîsanê de çêbibe ji ser sindoqan ragihîne gel, amadehiyên xwe temam kirin, abone û şopîner dikarin encamên referandumê ji ser AAyê bişopînin.
AA wê di referandûmê de saniye saniye ji hemû der û dorên hilbijartinê agahiyan bi weşana taybet bide aboneyên xwe.
Ji bo ku tu kêmasiyek dernekeve AAyê hejmara nûçeghihanan zêde kir û pergala agahîdayînê xurt kir.
- "Emê encaman ji înternetê û peykê bigîhînin aboneyan"
Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê û Midûrê Giştî Şenol Kazanci got ku AA wê di nav 3 salên dawîn de bi vê referandûmê va cara 5emîn xebatên hilbijartinê bimeşîne.
Kazanci destnîşan kir ku Ajansa Anadoluyê ji hêla berhevkirina encamên hilbijartinê, ji aboneyan re agahî belavkirinê û bi raya giştî re parvekirinê ve xwedî tecrube ye.
Midûrê Giştî Kazanci got ku AAyê malpereke bê pere ya ku encaman bigîhîne gel û ji bo televîzyonên herêmî jî ekraneke Hilbijartin TVyê amade kirine û wê encamên sindoqan du deqîqeyan carekê hem ji ser înternetê û him jî ji ser peykê bigîhînin aboneyan.
- AA wê bi 11 zimanan weşanê bike
Kazanci got ku roja refarandum ew ê bi 11 zimanan weşanê bikin û wiha axivî:
"Piştî Lijneya Hilbijartinê qedexeya weşanê rakir em ê dest bi kar bikin. Em ê raya gel bi lînka webê 'www.secim.aa.com.tr' va agahdar bikin. Ji bilî vê em niha li ser bernameyeke ku navê "Seçîm TV"ye dixebitin. Li vê derê em ê ji bo aboneyên herêmî jî encamanbidin û nêzî 3 hezar nûçe wê bên weşandin."
Ajansa Anadoluyê wê ji ekrana televizyonê bi Tirkî, Ingîlîzî, Zazakî, Kurmancî û Soraniya zaravayên Kurdî weşanê bike.