12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
ANKARA
Li derveyî welêt dengdayîna hilbijêrên ji Tirkiyeyê ya ji bo referandûma guherîna destûra bingehîn qediya û telîsên pûsileyên rayan tê da ne tînin Tirkiyeyê.
Pûsileyên rayan ên li Fransa, Almanya, Awisturya û Swîsreyê hatin komkirin.
190 telîsên rayan ên hatin komkirin di nav 11 konteynerî da bi balafireke Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) anîn Balafirgeha Esenbogayê.
Piştî balafir daket qada li texma Navenda Kongreyê ya DHMÎyê konteynerên pûsileyan li TIRan bar kirin.
Pûsileyên rayan li Navenda Kongreyê ya ATOyê di saloneke taybet da heta dengdayîn biqede wê bên parastin.