20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
ANKARA
Agir bi Bazara Gel a Osmanliyê ya li Keçîorena navçeya Enqereyê ket û ekîba agirkuj agir temirand.
Li gor agahiya ku hat hildan, agir di saet 04.30î da pê ket û di demeke kurt da pekiya 250 kargehan. Di bûyerê da 250 kargeh ji binî va şewitîn.
Ekîbên agirkuj agir temirandin û car caran dengê teqînan jî dihat bihîstin.
Xwediyê kargehan hatin cihê bûyerê.
Gelek ekîbên agirkuj heta serê sibê agir temirandin.
Hat dîtin ku hin esnafan malên xwe yên ku neşewitîne, derxistin derva.