09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Mizgefta Fatih Paşa ya li Sûra navçeya Diyarbekirê ku berhema Osmaniyan a ewil a li bajêr e ji ber êrîşên terorê zirar dît û deriyê mizgeftê yê heqîqî bi tevahî şewitî û mîmbera biweraqa zêrîn jî zirar dît.
Biyikli Mehmet Paşa yê ku Yavuz Siltan Selîm ew di sala 1516yan de wek waliyê Diyarbekirê tayîn kir mizgeftê da çêkirin û di nav gel de ev mizgeft bi navê "Mizgefta Kurşunlu" jî tê dizanîn.
Mizgefta bi yek minareya ku aîdê Midûriyeta Giştî ya Weqfa ne li ser qada hezar û 800 metreqereyî hatiye çêkirin û bi mîmarî û taybetiya xwe jî ji mizgeftên heyama Osmaniyan ên li bajêr hatine çêkirin, cihê ye.
Di sala 1991î de Lijneya Herêmê ya Parastina Heyînên Sirûştî û Çanda Diyarbekirê Mizgefta Fatih Paşaya ku 750 kes di carekê tê de bi cih dibin tescîl kir û hilda bin parastinê.
Li gor qeydên Midûriyeta Giştî ya Weqfan mizgeft di nav "Mîrateyên Çand a Tirkiyeyê" de cih digire û beşa wê ya ku demekê medrese bû di sala 2004an de hat restorekirin û niha "Navenda Perwerdehiya Zarok û Jinan" tê bikaranîn.
Midûriyeta Herêmê ya Weqfan di sala 2009an de ji bo nûkirina gumbeta wê ya qurşûnî 565 hezar lîre xerc kir, boyayên li ser mînber û mîhrabê hatin rakirin. Mizgefta Kurşunlu ya ku wereqa zêrîn jî di mînbera wê de hatiye neqişkirin piştî xebatên wek eslê xwe hat restorekirin.
Ji ber ku êrîşên terorîstên PKKê hê jî didomin di mizgefta dîrokî de xesar hêj nehatiye tespîtkirin.
- "Divê Diyarbekirî lê xwedî derbikevin"
Midûrê Hêremê yê Weqfan Metîn Evsen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku cihên dîrokî û pîroz divê ji xatirê baweriyê zirarê nebînin û wiha pê de çû: "Diyarbekir wek bajarê Pêxember û sehabeyan tê zanîn. Mizgefta Mezin wek Harem-î Şerîfa 5emîn tê binavkirin û Mizgefta Fatih Paşa jî li bajêr di nav mizgeftên herî girîng de cih digire. Lazim e em van berhemên hanê biparêzin. Divê gelê Diyarbekir û diyarbekirî lê xwedî derbikevin. Ji ber agir û şewatê zirareke mezin gihîşt mizgeftê."