Abdullah Tel
30 Adar 2021•Rojanekirin: 30 Adar 2021
Li deşta Ovacixa navçeya Tunceliyê ji çokekê zêdetir berf li erdê ye û li deverên bilind stûriya berfê qasî 2 metreyan e lê li navçeyên Çemîşgezek, Mazgîrt, Xozat û Nazimiyeyê jî çîçekên mizgîniya biharê û darên behîvan kulîlk vekirin. Tuncelî bi vê taybetiya xwe niha li aliyekî xwe biharê dihewîne û li aliyekî jî hêj zivistan dewam dike.
Navçeya Ovacixê ya di navbera çiyayên Munzur û Mercanê da ye û li Tirkiyeyê ji deverên herî zêde berf lê dibare yek e û hema bêje nîvê salê bi berf e.
Ovacixa ku li ser xwe Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Şirşernegên Çilmerdîwanî û Çemê Heramiyê dihewîne niha di bin berfê da balê dikşîne.
Li Çemîşgezek, Mazgîrt, Xozat û Nazimiyeya navçeyên Tunceliyê çîçekên mizgîniya biharê û darên behîvan kulîlk vekirine lê li Ovacixê hê jî zivistan e.
Kesên pez û dewarên wan hene û li navçeya Ovacixê dijîn ji ber şert û mercên berfa çar aliyê navçeyê çîl spî kiriye peyda bû, zehmetiyê dikişînin.
Li gundên Çakmakli, Kizik, Yukari Oveçler, Hanuşagi, Cevîzlîdere û Egrîpinarê ji ber ku mêrg û çêregeh di bin berfê da ne kesên pez û dewarên wan hene hê jî heywanên xwe di gom û tewleyan da xwedî dikin.