Türkan Tosun
30 Adar 2021•Rojanekirin: 03 Nîsan 2021
Li Gewaşa navçeya Wanê kesên xweşiqitandinê hez dikin hilkişiyan Çiyayê Artosê yê ku raqima wê 3 hezar 550 mêtro ye û li hemberê Gola Wanê û Çiyayê Sîpanê snowboard kirin.
Komeke ji 4 kesan pêk tê piştî çar saet û nîvan gihîşt navçeya Gewaşê û hilkişiyan Çiyayê Artosê ku xwe bişiqitînîn.
Nesîm Sariyê ji bo xweşiqitandinê hatiye navçeyê got Çiyayê Artosê ji bo xweşiqitandinê cihekî pir xweş e û wiha axivî: "Divê her kes vê cihê bêhempa bibîne. Rojeke xweş bû. Ez ji hevalên ku bi salan e snowboardê dikin ra pêşniyaz dikim ku bila bên vê derê."
Şahabettin Gun jî got ew hinekî bi zehmetî hilkişiyane çiyê û wiha dewam kir: "Me çar pênc cihan bêhn veda û em wisa gihîştin lûtkeyê. Li lûtkeyê dîmeneke pir xweş hebû. Li hemberî vê dîmenê me xwe şiqitand."