Gülsem Adam
21 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2022
Asiye Ateşa 4 salî ya li Gazîentabê di êrîşa 2 kûçikên pîtbull da birîndar bibû li Nexweşxaneya Zanîngeha Behra Sipî ya Antalyayê 2 caran emeliyat bibû ew ê hefteya pêşiya me here mala xwe.
Prof. Dr. Omer Ozkanê Hînekarê Beşa Cerahiya Estetîk, Plastîk û Rekonstruktîfê yê Nexweşxaneya Zanîngeha Behra Sipî û ekîba wî Asiye du caran emeliyat kirin û dermankirina Asiyeyê dewam dike.
Di çarçoveya salvegera 10an ya neqla çermê rû da li Navenda Neqla Endaman a zanîngehê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Prof. Dr. Omer Ozkanê Hîndekar li vê derê diyar kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezareta Tenduristiyê û hemû Tirkiyeyê bûyera hat serê Asiyeyê ji nêz va teqîb kir.