Mehmet Niyazi Deniz
21 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2022
Li Baykana navçeya Sêrtê piştî barîna berfê zarok li xizangan siwar bûn û xwe şiqitandin.
Li Baykanê ji ber berfê xwendingeh hatin tetîlkirin, xwendekaran ev wekî firsend nirxandin û li qadê kom bûn.
Zarokan bi xizangên ji daran çêkirine û poşetan va xwe şiqitandin bi kêfxweşî dema xwe derbas kirin. Hin zarokan jî bi berfê lîst.
Denîz Sarsilmazê zarok daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku xwe dişiqitînin û dema xwe derbas dikin.
Sarsilmaz got ji bo barîna berfê gelekî kêfxweş bûn û wiha axivî: "Me daristana vê derê vegerande pîsta şiqitandinê. Em li vê derê xwe dişiqitînin û şa dibin. Xwezila her roj berf bibare."
Oytun Dîken jî got demeke dirêj e hesreta berfê mabûn û wiha pê da çû: "Piştî demeke dirêj li navçeyê berf barî. Em bi hevalan ra xwe dişiqitînin. Em gelekî kêfxweş bûn."
Emîr Erdem jî destnîşan kir ku hetanî li malê dikevine înternetê hatin li vê derê xwe dişiqitînin.