17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
HEWLÊR
Li bajarê Hewlêra Herêma Kurdistanê, baxçeyê heywanan ku di demeke nêz de hatiye vekirin bala welatiyan û geştiyarên ji dûr ve tên dikişîne û ji bo dahata di warê geştiyariyê de deriyekî nû li ber herêmê vedike.
Baxçeyê ku li navçeya Bnaslawaya li ser rêya Silêmaniyê, li ser donimekî hatiye avakirin û tê de bi sedan heywan hene ji bo sektora geştiyariyê hêviyeke nû dibexşîne veberhêneran û muteşebbisan.
- Hikûmet jê re bûye arîkar
Xwediyê baxçe Xelîl Kawaniyê Hewlêrî, dibêje ji sala 1996an ve di nav van karan de ye û wî pêşî meslekê duristkirina heriyê kiriye. Fikrê avakirina cihekî wisa jî Kawanî dibêje ji berê ve di serê wî de heye lê ji ber nebûna îmkanan nikariye bibe serî.
Piştî ku hikûmetê Kawaniyê Hewlêrî han daye, di warê peydakirina erd û anîna heywanan de jê re bûye arîkar ew jî bi vî karî re rabûye. Di demeke nêz de dest bi xebatan kiriye û ev avahiya balkêş xistiye ber xizmeta temaşevanan.
- Ji welatên dûr heywan bi têjikî anîne
Xwediyê baxçeyê heywanan li Hewlêrê Xelîl Kawanî, agahiya li ser wê yekê dide ku di baxçeyê wî de bi sedan heywanên ku ji 35 cureyan zêdetir pêk tên hene. Herwiha ew dibêje ku ji gelek welatên cîhanê heywan kom kirine û anîne li vî baxçeyî bicih kirine. Kawanî diyar dike ku ewî heywan bi têjikî kirîne, xwedî kirine û piştî ku gihane zane û wisa zêde bûne.
- Ji bo kirîna heywanan 200 hezar dolar mesref kiriye
Kawanî, dibêje ewî ji bo kirîna heywanan 200 hezar dolar (744 hezar lire) xerc kiriye û hikûmetê jî hinekî arîkariya wî kiriye.
- Dixwaze cih fireh bike
Muteşebbisê Hewlêrî, gazinda xwe ji bo biçûkbûna cih tîne ziman û ji hikûmetê daxwaz dike ku ji wî 38 donim erdê ku ji bo parkê hatiye veqetandin hinekî bo vî karî veqetîne. Kawanî wiha axivî: "Şaredariyê 38 donim erd ji bo parkê veqetandiye lê tenê donimek daye min. Lê belê li Hewlêrê wekî din hîç baxçeyekî heywanan tuneye. Xelkê me jî bi hebûn û mezinbûna vê projeyê pir kêfxweş e. Ji ber ku heywan jî zêde dibin lazim e em cih fireh bikin. Piştre Serokê Encumeniya Hewlêrê serdana cihê min kir û wî bi xwe jî munasib dît ku cih were firehkirin. Eger were firehkirin ev di qezenca me hemûyan de ye."
- Bilêt bi hezar dînarî (3 lireyî ye)
Kawanî diyar dike ku bilêta ketina hundir bi hezar dînarî (3 lîre) difroşe û rojane 600-700 kes serdana vê derê dikin.
- Hikûmet piştgiriyê dike
Berdevkê Lijneya Geştiyariya Herêma Kurdistanê Nasir Rustî, diyar dike ku hebûna cihekî wisa hem ji bo geştiyariyê hem jî ji bo xebatên akademîk gelekî girîng e, loma piştgiriyê didinê.
Rustî bo peyamnêrê AAyê wiha got: "Xebatên wisa rêyeke dahatê ne. Cihên bi vî awayî ji hemû bajaran ra lazim in. Di mekteban de jî xwendekar ji bo dersên xwe hewcehiyê bi gelek cure heywanan dibînin, lê mixabin bidest naxin. Ji ber vê yekê me sala 2012an wek piştgiriyeke geştiyariyê jî me ew cihê Bnaslawa da vê projeyê. Rast e cih biçûk e divê were firehkirin."
Rustî, herwiha got ev projeyên wisa ji bo guherandîna têgihîştina biyaniyan û derbaskirina wextekî xweş bo welatiyan gelekî girîng in, loma ewan bi her awayî piştgirî dayiyê û dê bidin jî.