14 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
AGRI
Şaredariya Agiriyê ji bo Roja Dayîkan bername li dar xist.
Bi dîrektîfên Waliyê Agiriyê û Şaredar Musa Işin va Midûriya Xizmetên Jin û Malbatê li Zanîngeha Agri Îbrahîm Çeçenê, li Salona Konferansê ya Osmanliyê bername li dar xist. Di destpêka bernameyê da rêz hatin girtin û Sirûda Îstiqlalê û Qurana Pîroz hat xwendin.
Di bernameyê da pêşkêşvana têlevîzyonê Îkbal Gurpinarê "li ser "Jina Kêfxweş û Civata Kêfxweş" pêşkêşî kir.
Hunermendê qûmê Omer Faruk Elmas jî bi temaya "Dayik û 15ê tîrmehê" va pêşaniya xwe kir û gelek hat ecibandin.
Tuba Işina jina Musa Işinê Waliyê Agiriyê, dayîkên şehîdan, jinên şehîdan, malbatên xaziyan û gelek welatî beşdar bûn. Piştî pêşandana sînevîzyona "15ê Tîrmehê" temaşevan hestiyar bûn.
Di dawiya bernameyê da Işin û Gurpinarê diyariyên cur be cur û qerenfîl dan beşdarvanan.