Türkan Tosun
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Li Adiyamanê Zeynal Ulucanê 58 salî 40 sal e palankeriyê dike û hewl dide ev pîşeya ji kal û bavan ji wî ra maye ji holê ranebe.
Zeynal Ulucanê bavê 3 zarokan li hemberî teknolojiya pêşva diçe pîşeya kalikê xwe dike.
Ulucan her sibe tê Bazara Oturakçiyan a dîrokî kargeha xwe vedike û bi alavên wek şûjin, meqes, bivir û mûşteyê va palanan çêdike.
Der barê vê pîşeyê da Ulucan got wî ev kar ji bav û kalên xwe hîn bûye û sê nifş e di malbata wan da palankerî tê kirin.
- "Berê palankerî pir baş bû"
Ulucan got di salên 70-80an da ev kar pir baş bû û wan nikaribû siparişan bigîhanda û wiha axivî: "Berê palankerî pir baş bû. Di salên dawîn da ji ber ku teknolojî pêşva çû pîşeya min hindik maye ji holê rabe. Dema xermanan me pê ra nedigîhand , bavê min dianî malê û em li malê jî dixebitîn. Di dawiyên hefteyê da jî me bêhna xwe nedida û em dixebitîn."
- "Di nav du salan da min sê palan firotin"
Ulucan anî ziman di nav çar û pênc salan da ev kar wê ji holê rabe û wiha dewam kir: "Berê dema motor tunebûn her tişt bi qeweta mirovan û heywanan dihat kirin. Niha cotkarên me di nav nîv saetê da zeviyên xwe dajon, diçinin. Ber ê ji bo palankeriyê heyamek hebû, di nav salê da em mecbur bûn wan hejmaran çêbikin. Dema me 50-60 palan çêbikira ew sal me debara xwe dikir. Lê niha ne wisa ye. Di nav du salan da min 6 palan çêkirin û jê 3 heb firotin."