Haydar Şahin
21 Gulan 2019•Rojanekirin: 22 Gulan 2019
Li Esendereya bajaroka Yuksekovaya navçeya Hekariyê merivek dema li çiyê giha kom dikir tot bû û birîndar bû.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Engîn Temeşê (28) li navçeyê dijî ji bo gihê kom bike derkete çiyayê li Sualtiya gundê Esendereya bajaroka navçeyê.
Temeş dema diha berhev dikir şiqitî û li erdê ket pey ra jî tot bû.
Eqrebeyên Temeş haya ekîbên agirkujiyê û Serwêsa Acil a 112ê pê xistin. Ekîban Temeş rakirin ser sedyeyê, bi qasî kîlomêtreyekî meşiyan û gihandin ambûlansê.
Temeş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê, hat ragihandin ku rewşa wî rind e.